Sewsen Raxaş: Jin Jiyan Azadî' ne tenê dirûşmek bû, nexşerêya têkoşîna me ya sivîl e
Analîsta siyasî Sewsen Raxaş balê dikişîne ser rola dîrokî ya jinan di nava aloziyên Îranê de û diyar dike ku rêxistinkirîtirîn hêza civakî tevgera jinan e.
ŞEHLA MUHEMMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Bi pêşketinên dawî û zêdebûna aloziyên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Komara Îslamî de, herêm careke din bi bêewlehî û fikarên cidî re rûbirû maye. Her çendî dihat hêvîkirin ku civîna bilind a NATO’yê bingehek ji bo kêmkirina aloziyan û xurtkirina kanalên dîplomatîk ava bike jî hin welatên herêmê, di nav de Tirkiye, Pakistan û çend welatên Ereb, hewl dan navbeynkariyê bikin û aloziyan kêm bikin, em hê jî şahidê berdewamiya pevçûnan û zêdebûna fikarên li ser belavbûna krîzê ne. Ji bilî Îranê, vê rewşê bandorê li welat û herêmên cîran ên wekî Herêma Başûrê Kurdistanê jî kiriye.
Me li ser van mijaran bi analîsta siyasî û çalakgera mafên mirovan a tevgerên civakî ya li Îranê Sewsen Raxaş nîqaş kir.

Di destêkê de ez dixwazim nirxandina we ya li ser van pêşketinan bizanibim. Li gorî nêrîna we, destpêkirina vê gera aloziyan dê çi encamên wê ji bo herêmê hebin û hûn bandorên wê çawa dibînin?
Rewşa herêmê pir tevlihev e. Ez bawer dikim ku Trump çû civîna bilind a NATO’yê da ku piştgiriyê ji welatên Rojavayî, nemaze ji Ewropayê, bigre, zextê li ser Îranê zêde bike lê encama civîna bilind ji bo wî têrker nebû. Berovajî vê, Ewropayê bi zêdekirina budceya xwe ya parastinê hewl da girêdana xwe ya leşkerî bi Dewletên Yekbûyî re kêm bike, riyeke cuda hilbijart. Vê yekê jî nerazîbûna Trump gurtir kir û wî ber bi şopandina siyaseta xwe ya serbixwe ve bir.
Bi nêrîna min, tiştê ku niha diqewime ne şerekî demdirêj e li gorî nêrîn û perspektîfa Trump hewldanek e ji bo neçarkirina Komara Îslamî ye beriya hilbijartinên navîn şertên Emerîkayê qebûl bike. Komara Îslamî her wiha hewl da bi karanîna deverên wekî cihê stratejîk ê Tengava Hormuzê û dirêjkirina danûstandinan dem bi dest bixe; di heman demê de hinek ji herikînên wê yên navxweyî jî ji berdewamiya aloziyan ji hêla siyasî û aborî ve sûd digrin.
Bêguman vê “şerê sînorkirî” tenê bi perspektîfa Trump sînorkirî ye; ji bo gelê Îranê yê ku di bin êrîşê de ye, ev rewş wekî karesatek mirovî tê hesibandin. Komara Îslamî heta niha Tengava Hormuzê negirtiye lê bi kiryarên wekî êrîşên li ser keştiyên li herêmê, fikarên li ser ewlehiya keştîvaniyê, bazara enerjiyê û aboriya cîhanî zêde kiriye.
Bi gelemperî, hema hema hemû welatên herêmê û endamên NATO’yê, ji bilî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, dixwazin krîzê bi dawî bikin û pêşî li belavbûna şer bigrin. Lê belê Trump dê zexta leşkerî bidomîne heya ku eşkere bibe ka Komara Îslamî amade ye vegere ser maseya danûstandinan û şertên Washingtonê qebûl bike yan na. Nakokiyên navxweyî di nava desthilatdariya Komara Îslamî de jî tevlihevî û dijwariya pêşbînîkirina riya pêşketinan zêde kiriye.
Te behsa dabeşbûnên navxweyî yên di nava rejîmê de û zêdebûna nakokiyên di navbera aliyên cuda de kir. Hinek kes jî bawer dikin ku tevgerên şerxwaz rê li ber pêşveçûna danûstandinan girtine. Hûn van dabeşbûnan heta çi radeyê rast û bi bandor dibînin?
Her wiha hûn rola Pasdarên Şoreşê di vê yekê de çawa dinirxînin? Bi hebûna êrîş û gefên berdewam heta di dema danûstandinan de jî gelo IRGC roleke diyarker di zêdekirina aloziyan de dilîze yan jî dikare di kêmkirina krîzê de bi bandor be yan na?
Bi dîtina min divê mijara “tolhildanê” di du astan de were lêkolînkirin. Di asta yekem de, rastiya îdeolojîk û hêz hene, ku hinek ji wan bi rastî dilsozên Ayetullah Xameneyî ne û di nava wan de motîveke tolhildanê heye. Lê belê di astên bilindtir ên IRGC û tevgerên wekî Eniya Berdewamiyê û spektruma nêzîkî Seîd Celîlî de, ez bawer dikim ku motîva sereke ne îdeolojî ye berjewendiyên siyasî û aborî ne.
Komeke din nêzî tevgera Celîlî ye. Di destpêka danûstandinan de, tevgera nêzî Qalîbaf û hikûmeta Pezîşikiyan serdest bû lê ez bawer dikim ku piştî kuştina Ayetullah Xameneyî, fraksiyona reqîb beşek ji IRGC provoke kir û kiryarên wekî êrîşkirina tankerên petrolê kirin, rê li ber zêdebûna rageşiyê vekir.
Tevgera ku piştgiriya berdewamiya şer dike ji her tiştî bêtir ji ambargoyên aborî û krîzê sûdê digire û ji ber vê sedemê piştgiriya berdewamiya rageşiyê dike. Di vê navberê de, navê Mocteba Xameneyî jî bûye amûrek di pêşbaziya di navbera fraksiyonan de; her kom hewl dide helwestên xwe bi wî ve girê bide û vê yekê gumanan li ser rola wî ya rastîn di biryardayînê de derxistiye holê.
Berdewamiya van nakokiyan dikare bibe sedema nakokiyên cidî di nava hikûmetê de; ji pêşbaziya ji bo desthilatdariyê bigre heya îhtîmala pevçûnê di nav pergala siyasî de. Di heman demê de, gelê Îranê di bin zexteke aborî ya giran de ye û her ku firotina petrolê dijwartir dibe, xwepêşandanên sendîkayan jî dîsa belav dibin.
Bi nêrîna min divê tevgerên sendîka û civaka sivîl bi hev re bêhtir bixebitin û hêzên biyanî divê rê bidin van tevgeran ku bi awayekî serbixwe tevbigerin, ji ber ku her destwerdanek bilez dikare bibe hincetek ji bo zêdekirina zext û zordariyê di hundurê welat de.
Di nava aliyên cuda yên hikûmetê de ger nakokî zêdetir bibin. Hûn difikirin ku di kîjan vê nakokiya navxweyî de destê jorîn heye û dê şansek çêtir hebe ku desthilatdariya xwe xurt bike? Her wiha rapor hene ku hinek navendên sivîl, wekî dibistan, wargeh û navendên geştiyariyê, ji bo armancên leşkerî hatine bikaranîn. Nirxandina we ya vê pirsgirêkê û bandorên wê li ser ewlehiya welatiyan çi ye? Wekî din jî gelo valahiya di desthilatdariyê de heyî dikare bibe derfetek ji bo xurtkirina tevgerên sivîl û daxwazên gel, an ew ê ji bo civakê xeterên mezintir çêbikin?
Bi ya min, ji aliyê Komara Îslamî ve bikaranîna deverên sivîl ji bo armancên leşkerî ne diyardeyeke nû ye û me di pevçûnên din ên herêmî de jî mînakên bi vî rengî dîtine. Her çendî qanûna navneteweyî êrîşên li ser dibistan, nexweşxane û deverên sivîl qedexe dike jî ev gelek caran hatine hedefgirtin. Dema ku êrîşî baregehên leşkerî tên kirin, hêz bi gelemperî serî li bikaranîna cihên alternatîf didin.
Parastina jiyana mirovan qet ji bo Komara Îslamî ne tişteke sereke bû; berovajî vê, mirina mirovan pir caran wekî amûrek propagandayê ji aliyê hikûmetê ve tê bikaranîn. Ji ber vê yekê, bikaranîna deverên sivîl ji bo armancên leşkerî ji bo vê rejîmê ne mijareke dûrî pêşbîniyan e.
Di nav hikûmetê de du aliyên sereke hene ku ji bo desthilatdariyê hevrikiyê dikin, her du jî dixwazin navê Mocteba Xameneyî bikar bînin da ku pozîsyona xwe xurt bikin. Qalîbaf xwesteka xwe ya ji bo reformkirina desthilatdariyê anî ziman lê aliyê din dê bi awayekî kategorîk van guhertinan red bike. Fikara min a sereke ew e ku ev reqabet dibe bibe şerekî navxweyî yê desthilatdariyê.
Mirov nikare pêşbînî bike ka dê kîjan alî bi ser bikeve. Lê belê xuya ye ku hevalbendên niha yên Seîd Celîlî û Eniya Berxwedanê têkiliyên nêzîktir bi hêmanên di nava Muhafîzên Şoreşê de hene, di heman demê de Qalîbaf hê jî bandora xwe li ser hinek endamên Muhafizên Şoreşê diparêze.
Ji aliyekî din ve, gel ji her du aliyan bêzar bûye û daxwaza sereke bidawîanîna şer e. Di heman demê de, xwepêşandanên sendîkayên karker ên ji aliyê teqawîdbûyiyan, mamosteyan, karker û firoşkaran ve ji nû ve derdikevin holê, bi nêrîna min divê bal were kişandin ser xurtkirina van tevgerên sivîl û karker.
Ezmûnan nîşan daye ku divê ev tevger ji derve neyên birêvebirin; biryarderên sereke ew in ku vê têkoşînê di hundurê welat de fînanse dikin. Ez hê jî bawer dikim ku tevgera sivîl a Îranê yek ji yên herî hevgirtî ye li herêmê û ger ew serxwebûna xwe biparêze,dikare zexta gel li ser hikûmetê bike û pêşî li bilindbûna hestên alîgirên şer bigre.
Te behsa Serhildana “Jin Jiyan Azadî” û rola tevgerên sivîl li Îranê kir. Îro hemşîre, xwendekar, karker û beşên din ên civakê hê jî di protestokirina şert û mercên jiyana xwe û encamên şer de bi pirsgirêkên cidî re rûbirû ne. Bi nêrîna te, jin di van şert û mercan de dikarin çi rolê bilîzin? Gelo tevgera jinan dikare rolek bi bandor di rêberî û xurtkirina tevgerên sivîl û kêmkirina encamên civakî yên şer de bilîze?
Serhildana “Jin Jiyan Azadî” ne tenê dirûşmek bû, destûrek û nexşeriyek bû. Bi dîtina min, çawa ku Abdullah Ocalan di nava şert û mercên herêmî de tekez kir ku têkoşîna çekdarî tê terikandin divê stratejiyên sivîl li Îranê li ser bingeha vê manîfestoyê werin şopandin.
Tevgera jinan tevgera sivîl a herî rêxistinkirî û pêşketî ya li Îranê ye û gelek caran dikaribûye hikûmetê neçar bike ku paşve gav bavêje. Bêguman, rola pêşengiyê ya jinan nayê wateya terikandina mêran; berovajî vê, ev tevger dikare bibe girêdanek di navbera tevgerên karker, xwendekar û sendîkayan de.
Îro, nîşaneyên vê hevgirtinê jî xuya dikin; xwendekar, hemşîre û komên din ên civakî li kêleka xwepêşandanên sendîkayan amade ne. Ez bawer dikim ku bikaranîna ezmûn, rêbazên berxwedanê û rêxistinbûna tevgera jinan dikare riya daxwazên sivîl xurt bike û zextê li polîtîkayên hikûmetê yên şerxwaz bike.
Li hemberî îdiayên wekî “gelê Îranê tolhildanê dixwaze” divê tevgera sivîl bipirse ka bi “gel” mebest çi ye û tê çi wateyê. Ez bawer dikim ku divê tevgera jinan di vê qonaxê de rola xwe ya rêberiyê bilîze, ji ber ku bêyî hebûna wê ya bi bandor, pêşvebirina daxwazên tevgerên sivîl dê dijwartir be.